Li Urmiyê du birayên Kurd bi hev re hatin bidarvekirin

16-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Girtîgeha Urmiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du birayên Kurd li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desthilata Îranê ve hatin bidarvekirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, sipêdeya roja Çarşemê 15ê Çileya 2020, du birayên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatin bidarvekirin.

Nasnameya wan herdu birayan wek Dariyûş Derwêşî 35 salî û Danişê Derwêşî 27 salî hatiye ragihandin.

Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin, ku ew herdu bira bi tometa kuştina biqestî hatine bidarvekirin.

Ew herdu bira 5 sal berî niha bi tohmeta ku du kes kuştine ku ew jî bira bûne, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin û dadgehekê li Urmiyê biryara Qesaskirinê derbarê wan de dabû, ku li gor yasayên Komara Îslamiya Îranê, kesên ev biryar bi ser wan de tê sepandin, divê bêne bidarvekirin.

Li gor zanyariyan, ew herdu bira xelkê gundê Dêlwer ê nahiyeya Enzel a Urmiyê bûn û 5 sal berî niha di pevçûnekê de du birayên bi navê Akif Yûsifî û Kemal Yûsifî ji gundê Pîrgulê kuştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst