Li Kerkûkê di navbera polîs û Heşda Şebî de şer derket

16-01-2019
RÛDAW
Di encama wî şerî de 3 çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûne.
Di encama wî şerî de 3 çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûne.
Nîşan Kerkûk Kurdistan Heşda Şeibî Polîsê Federalî Şer Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku şeva derbasbûyî li nexweşxaneya Komarî ya wî bajarî şer di navbera Polîsê Federalî û Heşda Şebî de çêbû û di encamê de 3 çekdarên Heşda Şebî birîndar bûn.

 

Azad Cebarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku derdora demjimêr 11ê şeva derbasbûyî li nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê şer di navbera polîsê federalî û çend çekdarên Heşda Şebî de çêbû.

 

Azad Cebarî ragihand, ku ew şer ji ber wê yekê bûye ku çekdarên Heşda Şebî di dema veguhestina birîndarekî xwe de bo nexweşxaneyê xwestine bi çekên xwe derbas bibin, lê polîsê federalî rê nedaye wan û bi sedema wê yekê alozî û şer di navbera wan de derketiye.

 

Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê behsa wê yekê jî kir, ku ji ber wî şerî 3 çekdarên Heşda Şebî birîndar bûne û çend çekdar jî hatine girtin.

 

Li gora agahiyên ku gihîştine Rûdawê, şeva derbasbûyî li gundê 7ê Nîsanê yê ser bi bajarokê Reşad ve, bombeyeke çandî bi karwaneke otomobîlên Heşda Şeibî de teqiyaye û 7 çekdarên wê hêzê birîndar bûne û dema ku xwestine birîndaran bigihînin nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê, şer di navbera wan û Polîsê Federalî de derketiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst