Amerîka, Brîtanya û Fransa dixwazin pêkanîna hikûmeta nû dereng nekeve

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka, Brîtanya û Fransa bi rêya konsulxaneyên xwe yên li Herêma Kurdistanê daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirin ku zêdetir pêkanîna kabineya nû dereng nexin.

 

Di 30ê Îlona 2018an de hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê hatin pêkanîn û niha jî tê hêvîkirin ku di zûtirîn demê de hikûmeta nû bê avakirin.

 

Di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de PDK wek partiya yekem derket û niha erka avakirina kabineya nû di destê wê de ye. PDKê heta niha ji bo pêkanîna kabineya nû çend hevdîtin ligel YNK û Tevgera Goranê re kirine, lê encameke diyarkirî nîne.

 

Li gor agahiyên berdest danûstandinên di navbera PDK û YNKê de ji ber mijara Kerkûk û belavkirina kursiyan xetimîbûn, lê piştî peywendiyên telefonî yên di navbera herdu aliyan de danûstandinan ji nû ve dest pê kirin.

 

Ji bo vê mebestê roja Duşema borî (13.01.2018) pilebilindên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan.

 

“Rêyek heye”

 

Endamekî Polîtbûroya YNKê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji Rûdawê re derbarê hevdîtina di navbera PDK û YNKê de got: “Her çend em nekarin bibêjin piştî vê civînê tevahiya astengiyên li ber avakirina hikûmeta nû dê bêne çareserkirin jî, lê em dizanin ku li ser hinek mijaran encamên baş dê hebin. Ev yek hinek girêdayî daxwaz û helwesta herdu aliyan e.”

 

Endamê Serokatiya Dîvana YNKê Ednan Heme Mine jî tekez kir ku ji bilî lihevkirina bi PDKê re ti rêyeke din a wan nîne û wiha got: “Em hêvî dikin ku di danûstandinan de li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz, şefaf û xizmetê bike li hev bikin.

 

Sê welat ketine dewrê


Li gor gahiyên Rûdawê ji rayedarên herdu partiyan wergirtî; Amerîka, Brîtanya û Fransa bi rêya konsulxaneyên xwe yên li Herêma Kurdistanê daxwaz ji PDK û YNKê kirin ku zêdetir pêkanîna kabineya nû dereng nexin û destê xwe di vê mijarê de bilez bikin.


Tê gotin ku PDK ku ji ber mijarên hilbijartinên serokomariya Iraqê û kursiyê parêzgeha Kerkûkê xwe ji YNKê dûr xistibû, dê kursiyê serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê bo YNKê pêşniyar bike.


Derbarê vê mijarê de Şewîrmendê Polîtbûroya PDKê Arîf Rûşdû ji Rûdawê re got: “Zextên Amerîka û welatên Ewropî ji bo bilez hikûmeta nû were avakirin hene. Gelê Kurdistanê jî mafdar e rêz li biryara wan bê girtin û bixwaze kabineya nû zû were damezrandin.”


Arîf Rûşdû diyar kir ku divê zêdetir pêkanîna hikûmeta nû neye derengxistin û wiha axivî: “PDK hewl dide ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû rewşeke erênî pek were. Herwiha em dixwazin aliyên din jî hinek gavên erênî bavêjin.”

 

 Parvekirina desthilatdariyê

 

Yek ji mijarên PDK û YNK li hev nekin parvekirina desthilatdarî û rayê ye. YNK ligel kursiyê Serokatiya Parlametoyê û cîgirê serokwezîr, daxwaza 5 wezareta dikin ku di nav de wezareta navxwe û wezareta çandiniyê hebe.

 

PDK li dijî 5 wezaretan dernakeve lê dixwaze wezareta navxwe ji wê re bimîne.

 

Ji aliyê din ve Tevgera Goranê jî daxwaza kursiyê cîgirê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ligel du wezaretên din ên Herêma Kurdistanê dike.

 

YNK di navxwe de hevnegirtî ye

 

Di heman demê de tê gotin ku YNK di nav xwe de li ser navên bo kursiyan bêne destnîşankirin li hev nekiriye.

 

Aliyê Kosret Elî Resûl ne li dijî wê yekê ye ku Qubad Talebanî bibe cîgirê Serokwezîrê Parlamentoya Kurdistanê, lê dibêjin divê Rênas Faîk bibe Serokê Parlamentoya Kurdistanê. Malbata Talebanî jî dibêje Berhem Salih namzedê Kosret Resûl ê ji bo serokomariya Iraqê bû, lewma divê Begerd Talebanî bibe Serokê Parlamentoya Kurdistanê.