Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya
Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştî civînên demdirêj bi hemû dengan biryar da ku ji kabîneya heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe. Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî diyar dike, reformên ku ji hikûmetê daxwaz kiribûn, nehatine cîbicîkirin.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn li Hewlêrê di konferansa rojnamevanî de vekişîna partiya xwe ya ji hikûmeta Kurdistanê ragihand.
Selahedîn Behaedîn aşkere kir, ku biryara vekişînê bi hemû dengên endamên serkirdetiya Yekgirtû hatiye dayîn û wezîrên ji Yekgirtûya Îslamî jî ji bo vekişînê, dengê "belê" dane.
Behaedîn herwiha diyar kir: “Piştî civîna li gel hikûmetê, ji bo me derket holê ku nikarin hin mijarên bingehîn ku me daxwaz kiribûn cîbicî bikin, lewma di civîna Serkirdetiya Yekgirtû de, bi hemû dengan, me biryara vekişîna ji hikûmetê da.”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn aşkere kir, ku qonaxeke nû dest pê dike û got: “Pêngava me li dijî ti aliyekî nîne, ji bo razîkirin û çepika aliyê din jî nîne. Yekgirtû bi ciyawazî çêbûye û dê bi ciyawazî jî bimîne. Em bi tenê û bi ruhê baweriya xwe berdewam in.”
Yekgirtûya Îslamî di dawiya meha derbasbûyî de pêşniyareke 24 xalî radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, ku têde daxwaz dikir paşekewta mûçeyên karmendan were dayîn, debara xelkê were başkirin û reformên bilez werin pêkanîn. Yekgirtûya Îslamî piştre du car li gel Serokatiya Encumena Wezîran civiyabû.