Salvegera koça dawî ya helbestvanê ‘Hebs û Zindan’

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvan Yûsiv Berazî yan jî bi navê naskirî Bêbuhar berî 8 salan li bajarê Serê Kaniyê koça dawîn kir û gelek berhemên biha giran li pê xwe hişt.

 

Bêbuhar awazdaner, stranbêj û hunermend jî bû û 5 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin. Gelek hunermendên navdar ji gotin û awazên wî kirin stran û gotin.


Yûsiv Berazî di sala 1931ê de li gundê Tilcircê nêzîkî navçeya Babê ya Helebê ji dayik bû û di sala 1954an de li Serê Kaniyê bicih bû û heta dawiya jiyana xwe li wir jiya.


Ew wek helbestvanê klasîk yê dawî li Rojavayê Kurdistanê dihat hejmartin û bi zimanê xwe yê resen û zelal deng dabû.


Ew ji Berazên deşta Pirsûsê (Sirûcê) bû, ji ber vê yekê paşnavê xwe kiribû Berazî.


Ji ber ku ew Kurd bû û hêj miletê Kurd buhara azadiyê nedîtiye, Yûsivê Berazî navê "Bêbuhar" li xwe kir û pê hat naskirin.


Bêbuhar gelek awaz û gotin dane hunermendên navdar wek Mehmûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û çend kesên din. Bi taybetî helbesta wî “Hebs û Zindan” deng da ku wî li ser dîwarên zindanekê Sûriyê nivîsandibû.


Bêbuhar pêştir derbarê xwe de gotiye, ez helbestvanekî klasîk im û di hevpeyvîneke xwe de çend şîretan li nivîskar û helbestvanên Kurd yên nû dike û dibêje: "Berhemên kêm lê baş û giran ji berhemên zêde lê nizim û xirab baştir in. Guh bidin ziman, rênivîs û rêziman. Xwe bispêrin felsefeyeke taybet û rêbazeke zelal bişopînin û dîroka miletê xwe baş bixwînin."


Herwiha li ser nûjenî û klasîzmê, Bêbuhar bîr û baweriyên xwe wiha tîne ziman: "Nûjenî qet nayê wateya nebûna kontrolê. Lê di dawî de, em nikarin dev ji muzîka helbestê berdin. Eger hat û muzîk di helbestê de nema, wê çaxê ew wek helbest namîne, lê dibe pexşan. Kesê ku nikare helbesta klasîk binivîse, nikare helbesta nûjen jî binivîse."


Bêbuhar pênc dîwan li pey xwe hîştin bi navê: Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn û Pêşketin.


Berî 8 salan, di 15.01.2009an de helbestvanê Rojavayê Kurdistanê yê bi navûdeng Yûsiv Berazî ku wek Bêbuhar dihat naskirin, li bajarê Serê Kaniyê koça dawîn kir û her li wê derê bi axê hat spartin.


Di helbesteke xwe de Bêbuhar wih dibêje:


Şîret li tev Kurdên welat. Tiştê dibêm guhdar bikin. Nav û ziman kincê me Kurd. Ewna ji Kurd ra bingeh in. Wana tucar winda nekin. Ewna hebin wê Kurd tucar, Winda nebe manî bibe. Em Kurd xwedî qad û reh in. Arî ne em bavê gelên. Arî hemû ewya em in. Keştî ji Nûh dîdar e ew. Arî hemû em bingeh in. Îro dibînim ez bi çav. Kurdên li Sûrî pîs dibin. Kincê Ereb îro li wan. Kincê li wan kincê seh in. Namûs ne bes keç û jin in. Axa mirov namûs e ew. Axa me çû ew jî ne bes. Partiyên me jî deh parçeh in. Îdî bes in ev ezezî. Partiyên me Kurd hev nagirin. Tişkî ji Kurdra wê nekin. Ava dikin bê bingeh in.