Rojhilat – Rojnamevanên kurd ên “Pasdar û Besîc” hatin xelatkirin!

16-01-2016
RÛDAW
Rojname û malperên kurdî yên Rojhilat
Rojname û malperên kurdî yên Rojhilat
A+ A-

 

Sine (Rûdaw) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, rojname û rojnamevanên kurd ên girêdayî Pasdar û Besîcên Îranê hatin xelatkirin.

Li bajarê Sine, fermandehiya pasdaran di merasîmekê de rojname û rojnamevanên kurd ên pasdar û besîc, xelat kir.

Berpirsê beşa medya ya pasdaran li Sine, Mihemed Riza Qasimî, beriya dayîna xelatan got, peyamnêrên besîc, stirînên çavên dijminan û parêzerên komara îslamî û rêberê wî welatî ne.

Di merasîmê de peyamnêrên rojname û malperên mîna “Peyama Zeman”, “Kurdpress” û “Kurdewarî” û “Senendec” hatin xelatkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst