Qaymeqamê Şingalê: Tenê %2 ji xelkê Şingalê kantonê dixwazin

16-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Berpirsên siyasî û fermandeyên leşkerî yên kurdên êzîdî yên ku niha li Şingalê li eniya şer de ne, li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” nerazîbûn nîşan didin û dibêjin: “Em jibilî Serok Barzanî û PDKê ti hêzeke din nas nakin.” Qaymeqamê Şingalê jî dibêje, tenê %2 ji xelkê Şingalê alîgirê avakirina kantonê ne.

Qaymeqamê bajarokê Şingalê Meyser Hacî, ku kurdekî êzîdî ye, li ser avakirina encumena Kantona Şingalê ji Rûdawê re got, tişta ku ti carî nedihat hişê me, me ji hêzên PKKê bihîst. Em ti carî wê encumenê qebûl nakin. Dibe ku karvedanên pir tûj jî li pey xwe bîne.

Meyser Hacî her wiha diyar kir ku haya wan ji avakirina encumenê tine û tenê ji xelkê bihîstine û wiha axivî: “Nedibû hêzên PKKê di vê rewşê de ev kare bikirana, çimkî hemû cîhan dizane Şingal girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Em tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê muxateb digirin û rê nadin ti saziyeke din li Şingalê were avakirin.”

Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku tenê %2 ji xelkê Şingalê alîgirê avakirina kantonê ne û got, em jibilî Herêma Kurdistanê ti aliyekî din nas nakin, emê vê mijarê bi fermî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê re jî gotûbêj bikin.

Yek ji fermandeyên kurdên êzîdî bi navê Qasim Derbo, ku niha zêdetirî 1000 pêşmege di bin fermana wî de şer dikin, got, her kurdek ku alîkariya me bike û şerê DAIŞê bike emê bidin ser serê xwe lê avakirina Kantona Şingalê karekî xelet e. Em wê yekê qebûl nakin.

Qasim Derbo anî ziman ku vê gavê nabe ti kes behsa Şingalê bike û wiha axivî: “Nedibû PKKê di vê rewşa nebaş de ev karê naberpirsane kiriba. Ji ber ku niha dema wê nîne. Em jibilî Serok Barzanî û PDKê ti kesekî din nas nakin.”

Ew fermandeyê kurd ê êzîdî, ku hefteya borî li devera Rebîeyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûniştibû, wiha got: “Em qerdarê Serok Barzanî ne. bi sedan pêşmerge ji bo rizgarkirina Şingalê şehîd bûne. Lê niha hêzeke din li welatekî din tê û behsa Şingalê dike.”

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Encumen ji 27 kesan pêk tê. Jêderekî haydar ji civînê ji Rûdawê re got, endamên encumenê hemû kurdên êzîdî ne lê yek ji wan jî xwedî bawernameyeke bilind nîne, heta di nav wan de kesên nexwendî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst