Şaredariya Sûrê dê êdî bi kurdî û tirkî danûstadinên fermî bike

Hewlêr (Rûdaw) – Di Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê de, êdî daxuyanî û nameyên fermî dê bi her du zimanên kurdî û tirk bên nivîsandin.

Li gorî lêkolîn û rapirsiyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye kirin, 71%ê xelkê wir bi kurdî, 24% bi tirkî, 8% bi siryanî û ermenî 4% jî bi erebî dipeyîvin.

Li gorî DÎHAyê, li ser vê bingehê, şaredariya Sûrê ku sala 2005an biryar dabû projeya bi navê “şaredariya pirzimanî” ava bike, dê vê projê bi fermî bixe pratîkê.

Derheqê vê xebatê de şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir ku ew wek rêveberiyên herêmî erka xwe dibînin ku pêwendiyên navbera pêkhateyên din ên navçe û bajêr xurt bikin û wiha got: “Me jî wek şaredariya devera herî kevin ê Amedê xwast ku bi gelên xwedan çand û baweriyê cuda re bibin bira. Helbest destpêka her karî bi hezkirinê ye.”

Demîrbaş ku ji ber projeya pirzimaniyê tê darizandin jî, da zanîn, li gorî biryara encumena şaredariyê ji vir û şûnde dê daxuyanî û nameyên fermî yên şaredariyê bi kurdî û tirkî bên nivîsandin û belavkirin.