Tan dixwaze MÎT daxuyaniyê bide

16-01-2014
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê Altan Tan derbarê belge û daxuyaniyên MÎTê yên têkildarî bûyera kuştina her sê jinên Kurd li Parîsê de, xwest ku MÎT daxuyaniyê bide.

Altan Tan derbarê mijarên di rojevê de li avahiya Parlamentoya Tirkiriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye yek ji krîza mezin ya siyasî jiyan dike û got “Qirêjiya dewletê derketiye”.

Tan bal kişand ku ji bo derketina ji vê krîzê pêwîstî bi destûreke demokaratîk heye.

Derbarê daxuyaniya MÎTê ya têkildarî bûyera Parîsê û pirsa îmzeya li ser evrakê ya de, Tan got “ Ger ku ev belge neyên MÎTê bin yên kê ne? Destpêkê vê bêje. Ger ne yên te ne ev çi belge ne? Kê û ji kû derxistin? Ger ku tu vêya jî nebîne, bi mejiyê me nelîze, dikanê bigirin û biçin mala xwe?”.

Îstixbarata Tirkiyê MÎT ew belgeya red kirin ku dibêje destê wê di bûyera kuştina her sê jinên çalakvan ên Kurd li Parîsê heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst