DIYASPORA - Ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê guherînên piştî nemana Esed dê çi bin?
Dusseldorf (Rûdaw) – Bernameya Diyasporayê ya vê carê ji carên din cuda ye û taybet e bi guherînên ku dê piştî çûna rejîma Esed rû bidin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji kevntirîn diyasporaya Kurdan li Ewropayê ne.
Lê piştî sala 2011an û bûyerên piştî wê, hejmareke mezin ji Kurdên Rojava hatin diyasporayê.
Di wan salan de ku li Ewropayê ne piraniya wan karîne xwe baş bi civakên xwe yên nû re biguncînin lê hertim çav û dilê wan li Kurdistanê bû û alîkariya wir kiriye.
Qonaxeke dijwar bû û hewcedariya welêt bi alîkariya diyasporanişînên xwe hebû.
Lê pirs ev e ka piştî çûna Esed dê çi were ser diyasporaya Rojavayê Kurdistanê û divê çi bike?
Rojekê piştî zanîna rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê, penaberên Sûrî bi koman li ser sînorên Tirkiye, Libnan û Urdinê bûn û dixwestin vegerin lê penaber û diyasporanişînên Rojava bi koman li ser sînoran nehatin dîtin. Sedema vê çi ye?
Çi dihêle ku xelkên Rojavayê Kurdistanê biryara vegerê bidin? Eger venegerin jî gelo dikarin ji bo paşeroja wî parçeyê Kurdistanê û welatê xwe çi bikin?
Li Diyasporaya vê carê, li vir her yek ji Sîrwan Hecî Barko ku ev 35 sal in hatiye Almanyayê û wekî diyasporanişînekî gelek xebat ji bo Rojavayê Kurdistanê kiriye, her wiha serokê saziya ARTAyê ye jî bû mêvanê Diyasporayê.
Her wisa Rodî Elî xwediya xelata navneteweyî ya Princess Diana li Brîtanyayê, ji bilî ku berdewam mijûlî projeyên alîkariya Rojavayê Kurdistanê ye, kariye bibe mînakeke bilind a xweguncandin û serkeftina diyasporanişînan.
Arya Cemo Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya SOS Kurdistan û çalakvanekî naskirî yê torên civakî ye, hertim mijûlî komkirina alîkarî û piştevaniyê ji gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re bû û her wisa çêkirina lobiyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê, mêvanên Diyasporayê bûn.
“Gelê Efrînê vedigere warê xwe”
Rodî Elî behsa vegera Kurdên Efrînê hi bo warê xwe kir û got “Gelê Efrînê vedigere warê xwe lê beşek ji Kurdên ku vedigerin rastî pirsgirêkan hatine.
Ji ber ku çekdaran li Efrînê hin malên Kurdan li Efrînê dagîr kirine û ne amade ne jî ku wan radestî xwediyên wan bikin, ez hêvî dikim ku hemû vegerin.”
“Guherîna rejîmê têrê nake”
Rodî Elî behsa paşeroja Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan di Sûriyeya nû de dike û got:
“Rast e Esed û rejîma wî ketin û bi dawî bûn lê guherîna rejîmê têrê nake lê divê Kurd piştgiriya hev bikin û pir giring û pêwîst e di vê demê de hev bigirin û ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û niştimanî divê hemû hewlên xwe bidin.”
Rodiyê got jî "Di vê dema nazik de pêwîstiya me bi diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê heye.
Dema ku em bûn xwedî helwesteke hevbeş, îcar divê em ji bo diyaloga li gel navendê amade bin û tiştekî me li dijî Sûriyeyê nîne."
Xwediya Xelata Navdewletî ya Princess Diana got ku wan şeş kom ava kirine ji bo belgekirina tawanên li dijî Kurdan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û belgeyên piştrastkirî yên sûcên li dijî Kurdan li ser medyaya civakî diweşînin, ji bilî cezakirina sûcdaran, divê mexdûr û malbatên qurbaniyan jî bên qerebûkirin.
“Divê diyasporaya Kurd ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê bixebite”
Li ser rola diyasporanişînên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û Amerîkayê ji bo piştgiriya gihîştin û bidestxistina mafên Kurdan li Sûriyê got:
“Divê diyasporaya Kurd ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê bixebite, hemû rêyên sivîl û yasayî bi kar bîne û fişaran çêbike, her wisa divê li medya û platformên kurdî çalaktir bin ku vêga bi kil û kêmasî ne.”
Sîrwan Hecî Berko bi rûxandina rejîma Esed gelekî kêfxweş bû û di wê baweriyê de ye ku kutabûna rejîma Baas û desthilata Esed dê gelek deriyan li ber Kurdan veke.
“Divê Kurd bigihin mafên xwe”
Sîrwan Hecî Berko got:
“Piştî Esed hemû gelê Sûriyê dikarin bi awayekî aktîf beşdarî welatê xwe bibin, bi taybetî jî divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihin mafên xwe.”
Berko hişyariyê dide aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û ji wan dixwaze ku xwe ji hewldana berjewendiyên kesayetî û hizbî dûr bixin.
“Vêga derfeteke zêrîn derketiye pêş”
Berko got, “Vêga derfeteke zêrîn derketiye pêş, dev ji hewla bidestxistina destkeftên hizbî berdin û bibin yek û dîrokê ji bo xwe binivîsin û mafên neteweyî bi dest bixin û Kurdan di paşeroja welêt de bikin xwedî pêgeh.”
Serokê Saziya ARTAyê got, “Mixabin Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê zêde piştgiriya Rojavayê Kurdistanê nekirin û baştir e ku biratî û Kurdayetî li pêşiya hemû berjewendiyan were girtin û alîkariya hev bikin da ku paşeroja Rojavayê Kurdistanê geş bibe û ew jî bigihin mafên xwe.”
“Pêwîst e nifşê nû ji bo paşeroja Kurdan bi çalaktir be”
Sîrwan Hecî Berko her wiha got “Pêwîst e nifşê nû ji bo paşeroja Kurdan bi çalaktir be û piraniya wan ji bo bidestxistina mafên neteweyî baweriya xwe bi xwepêşandanan naynin, lê hêvîdar im zêdetir giringî bi girêdana neteweyî bê dayîn û paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê geş be.”
“Piştî Esed ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn rûpeleke nû vebû”
Arya Cemoyê Serokê Saziya Xêrxwaziyê ya SOS Kurdistan û çalakvanê naskirî yê torên civakiyê jî li ser bandora nemana rêjîma Esed li Sûriyê û paşeroja Rojavayê Kurdistanê axivî û got:
“Piştî Esed ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn rûpeleke nû vebû, ger bikarin baş bi kar bînin, wê demê wê gelek destkeft ji bo hemû pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi dest bikevin û her wiha welatên deverê jî dê ji arambûna rewşa Sûriyê mifadar bibin.”
Arya Cemo got jî, “Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêviyeke mezin in û derfeteke baş ji wan re peyda bûye lê gelek kar hene ku bêne kirin û niha tişta herî giring hevgirtina hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye û her wiha hevgirtina diyasporaya Kurdî jî li Ewropayê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê pêwîst e.”