Ehmed Silêman: Tirkiye dixwaze Kurd ji cihê xwe derkevin

1 demjimêr berê
Ehmed Silêman û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ehmed Silêman û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurd Ehmed Silêman Partiya Demokrat a Pêşverû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Silêman got, “Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê aramiyê çêbike lê deverên Kurdan têk bibe da ku xelk li cihê xwe nemîne.”

Alîkarê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû Ehmed Silêman bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Ehmed Silêman diyar kir ku çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de “bi rengekî tevdigerin da ku Kurd nemînin.”

Ehmed Silêman li ser diyaloga Kurdan jî got, “Em bi PYDyê re civiyane û me daxwaza civînê ji ENKSyê kiriye lê wan heta niha bersiv nedaye me.”

Divê were gotin ku şandeyeke Fransayê li Rojavayê Kurdistanê ye û bi partî û nûnerên Kurdan re hevdîtinan dike.

Alîkarê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû diyar kir ku ev şande dê bi partiyan re jî bicive lê ya girîng ew e ku hemû Kurd li ser yek maseyê rûnin.

Ehmed Silêman diyar kir, “Girîng e ku Kurd bi şandeyekê herin Şamê” û bangî Kurdan kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û kaxizeke hevpar amade bikin da ku li Şamê rola wan jî hebe.

“Li gorî wan divê Kurd nemînin”

Ehmed Silêman diyar kir ku Tirkiye dixwaze Kurd li ser axa xwe nemînin û anî zimên:

“Tirkiye dixwaze Kurd ji cihê xwe derkevin.

Çima hûn li her deverê aramiyê dixwazin lê li deverên Kurdan her tiştî bi şer çareser dikin?

Piştî ku îstixbarata Tirkiyeyê hat gotinên Colanî guherîn.

Tirkiye dixwaze aramiyê nehêle û dixwaze Kurd ji cihê xwe derkevin

Li gorî wan divê Kurd nemînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst