Serok Barzanî li ser gotinên Colanî daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser gotinên Serokê HTŞyê yên derbarê Kurdan de got, “Cihê kêfxweşiyê ye û em piştgiriyê didin.”
Serok Mesûd Barzanî li ser gotinên Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer (Ebû Mihemed Colanî) ên derbarê Kurdan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat dayîn de Serok Barzanî got:
“Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer a derbarê gelê Kurd ê li Sûriyeyê de dît ku gelê Kurd wekî beşek ji niştiman û hevbeşê ji Sûriyeya paşerojê wesf kiribû.
Ev nêrîn ji bo Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê kêfxweşiyê ye û em piştgiriyê didin.
Em hêvîdar in ev ji bo rastkirina rêya dîrok û rastkirina wan miameleyên şaş û nedurist ên li hemberî gelê Kurd li Sûriyeyê dihatin encamdan destpêkek be.
Nêrînên bi vî awayî rê ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz xweş dikin û ji bo ku bi hev re di damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokrat de beşdar bibin pêwîst e Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê sûdê ji vê derfetê wergirin.”