Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser gotinên Serokê HTŞyê yên derbarê Kurdan de got, “Cihê kêfxweşiyê ye û em piştgiriyê didin.”
Serok Mesûd Barzanî li ser gotinên Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer (Ebû Mihemed Colanî) ên derbarê Kurdan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat dayîn de Serok Barzanî got:
“Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer a derbarê gelê Kurd ê li Sûriyeyê de dît ku gelê Kurd wekî beşek ji niştiman û hevbeşê ji Sûriyeya paşerojê wesf kiribû.
Ev nêrîn ji bo Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê kêfxweşiyê ye û em piştgiriyê didin.
Em hêvîdar in ev ji bo rastkirina rêya dîrok û rastkirina wan miameleyên şaş û nedurist ên li hemberî gelê Kurd li Sûriyeyê dihatin encamdan destpêkek be.
Nêrînên bi vî awayî rê ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz xweş dikin û ji bo ku bi hev re di damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokrat de beşdar bibin pêwîst e Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê sûdê ji vê derfetê wergirin.”
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed Colanî li ser pirsa rojnamegerê Sûriyeyî Omer Şêx Îbrahîm a çi peyama te ji hevkarên we yên Kurd ên li Sûriyeyê re heye, gotibû:
“Kurd perçeyeke bingehîn a vî welatî ne.
Mîna me, ew jî rastî zilmeke mezin hatin.
Elhemdulîlah bi rûxandina rejîmê re ew zilma ku li wan hatiye kirin jî dê nemîne.
Bi îzna Xwedê xelkê me yê Kurd dê li paşeroja Sûriyeyê bibe yek ji pêkhateyên sereke.
Em dê bi hev re jiyana xwe bidomînin.
Her yek ji me dê bi rêyên yasayî mafên xwe bi dest bixin.
Piştî vê, zilm û zordariya li ser Kurdan jî qediya.
Ev ji bo Sûriyeyê destpêkeke nû ye, dîrokeke nû ye.”
Colanî li ser pirsa, ji bo xelkê Efrînê peyameke te heye?, jî anî ziman:
“Înşallah em dê bi hemû hêza xwe alîkariya wan bikin ku vegerin war û herêmên xwe.”
Peyama Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî ya ji bo Kurdan pic.twitter.com/i1wSsKAdxE
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 14, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse