DÊRSIM - Çiyager li dû aramiyê ne: Hildikişin ser çiyayên Munzûrê
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çiyager ji bo aramiyê hildikişin ser çiyayên Munzûrê.
Ew heftane kom bi kom berê xwe didin çiyayên asê û dixwazin bigihin lûtkeyê ku zêdetirî 3 hezar metreyan e.
Bi pêşengiya Kluba Çiyageriyê û Werzişên Xwezayê ya Munzûrê çiyager li gel hemû şert û mercên zehmet aramiya xwe li lûtkeyan dibînin.
Serokê Kluba Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Munzûrê Îskender Dogan got:
“Xweşikbûna Çiyayên Munzûrê wiha ye ku divê mirov bibîne, tenê bi gotinê nayê pênasekirin.
Bi derketina ser çiyê, mirov aram dibe. Em heftane tên û stresa me namîne.
Dirêjahiya Çiyayên Munzûrê nêzîkî 130 kîlometreyan ye û li hinek cihan bi teknîkê em hildikişin.
Nêzîkî 20 salan e ez çiyageriyê dikim û derketime heta 70 lûtkeyan lê hîn jî hinek cih mane ez derkevim.”
“Hişk û lûtkeyên wê zêde ne”
Çiyager nêzîkî 10 demjimêran hildikişin û digihin lûtkeya yekemîn.
Her ku çiyager ber bi bilindahiyê ve hildikişin stûriya berfê jî zêde dibe û cih bi cih 2 metreyan derbas dike.
Çiyager Mehmet Bidav anî ziman:
“Çiyayên Munzûrê rêzeçiya ne, aliyekî wê ji Torosan tê û bi Deryaya Reş ve tê girêdan.
Ji ber wê jî taybetmendiyên avhewaya her du cihan jî li xwe digire.
Rêzeçiyayeke hişk û lûtkeyên wê zêde ne.
Eger çiyagerî were bipêşxistin dê bandoreke erênî li ser bajêr jî bike.”
Kluba Çiyageriyê û Werzişên Xwezayê ya Munzûrê bi beşdariya çiyagerên ji parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê heftane geştan saz dike.
Derfeta çiyageran çêdibe ku dîmenên bêhempa bibînin û dem bi dem li rastî ajelên kovî jî werin.