Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco got, “Divê Kurd bi yek deng û yek helwestê biçin Şamê.”
Piştî rûxana desthilata Beşar Esed rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yekser hat guherîn û aliyên Kurdan hîn jî nekariye helwesta xwe bikin yek.
Nûnerên Amerîka û Fransayê li Rojavayê Kurdistanê bi awayî cuda bi Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) civiyan û ji wan xwst ku helwesta xwe bikin yek û bi hev re biçin Şamê.
Lê heta niha di vî warî de ti bipêşketin çênebûye.
Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ku Dilbixwîn Dara pêşkeş dike.
“Divê Kurd bi yek deng herin Şamê”
Ciwan Haco li aliyên Kurdan banga tifaqeke neteweyî kir û got:
“Ez wekî her Kurdekî tifaqa aliyên Kurdan dixwazim û divê di vê heyama hesas de hemû Kurd bi yek dengî, yek rengî û yek helwestê herin Şamê.
Bi rastî Rojavayê Kurdistanê bedelên mezin dane. Em behsa zêdeyî 20 hezar şehîdan dikin, em behsa derbederbûn û koçberiya milyonek û nîv kesan dikin.
“Divê nakokiyên xwe danin aliyekê”
Bi rastî ev bedelên mezin in, ji ber vê yekê jî divê Kurd di vê merheleyê de yek helwest bin û divê nakokiyên xwe deynin aliyekê. Divê cudahiyên xwe danin aliyekê.
Ev derfetek e ji bo Kurdan û divê em guhdariya Amerîkî û Fransiyan bikin. Ew çi ji me re dibêjin divê em a wan bikin. Di dawiyê de ya girîng ew e ku em bingihêjin armancên xwe.
“Du mijarên girîng hene”
Îro du mijarên hesas û girîng hene û bi rastî piraniya Kurdan jî wisa difikirin.
Îro meseleya me meseleyeke neteweyî ye. Em çi rengî û çi navan li xwe bikin jî em di dawiyê de Kurd in û meseleya me meseleyeke neteweyî ye.”
Ciwan Haco bal kişand li ser daxwazên neteweyî û got:
“Divê meseleya me li ser bingeheke neteweyî were çareserkirin.
Ya duyem jî ji Efrînê bigire heta Kobanî û Dêrikê ev erd axa Kurdistanê ye, ev Rojavayê Kurdistanê ye û ev perçeyek e ji Kurdistanê mezin.
“Divê tifaq li ser daxwazên neteweyî be”
Divê Kurd li ser vê esasê tifaqê bikin û daxwazên wan li ser esasên neteweyî bin. Em Kurd in û em xwediyê Rojavayê Kurdistanê ne.
Divê îro xelkê Rojavayê Kurdistanê di nav aramiyê de bijî. Êdi bes e Kurd westiyan, Sûriye bi giştî jî westiya.
Em daxwaza heqê xwe dikin. Divê Kurd di vê merheleyê de ji hev hez bikin û tifaq bin.
Divê niha Kurd dijberiya xwe deynin aliyekê û yek reng û yek deng bin.”
Hunermedê ji Rojavayê Kurdistanê wiha bangî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir:
“Eger Kurd nebin yek deng em hemû dê wenda bikin. Te niha behsa camêrekî kir, te behsa General Mezlûm Ebdî kir, ez ji wî û hemû Kurdan re, ji kesên hêza wan hebe û yên hêza wan nebin re dibêjim, divê niha tifaqa Kurdan çêbibe.
Wekî min got Kurdan bedeleke mezin daye û divê tifaqa Kurdan çêbibe. Guneh e ku Kurdan ev qas sal berxwedan kir, şehîd dan û xwîn rijand in.
“Kurdan qehremaniyeke mezin kir”
Bi rastî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê her tişt dan û tiştek jî texsîr nekirin. Kurdan mêraniyek û qehremaniyeke mezin kir lê divê tifaqa Kurdan çêbibe.
Divê ew aliyên din jî yên li Rojavayê Kurdistanê û yên ne li Rojavayê Kurdistanê biçin Qamişloyê. Ew der cihê wan e, heq û erdê wan e. Divê guhdariya wan jî were kirin.
Li ser vê esasê divê em tifaqa xwe bikin. Divê em dxwaza mafên xwe bikin ku îro derfetek ji me re hatiye.”
“Eger tifaq çênebe em dê av û av biçin”
Ciwan Haco li ser hewldanên şandeyên Fransa û Amerîkayê yên ji bo nêzîkkirina aliyan Kurdan jî wiha got:
“Ev derfeteke zêrîn e, îro Fransî û Amerîkî li Qamişloyê ne. Divê em vê derfetê ji dest nedin.
Eger tifaqa Kurdan çênebe em dê av û av biçin. Di dawiyê de em hemû Kurd in.
Nakokiyên partiyên siyasî hene û dê her hebin jî lê di vê heyamê de em hemû jî dizanin Fransî û Amerîkî dixwazin vê meseleyê çareser bikin.
Ew li aliyê me ne û divê em guhdariya wan bikin.
Divê tifaqa me Kurdan hebe, êdî bes e ma dê heta kengê wiha be.
“Ji hev hez bikin”
Tifaq, tifaq, tifaq û hezkirin. Ji hev hez bikin. Di dawiyê de em hemû şirîkê vî erd û axê ne.
Li ser girîngiya Rojavayê Kurdistanê ji Ciwan Haco ew tişt anîn ziman:
“Rojavayê Kurdistanê îro girîng e. Rast e wekî cografya ne mezin e lê bawer bike ku gelekî girîng e.
Eger îro em li we derê heqê xwe bistînin dê bandoreke baş ji van perçeyên din re jî hebin.
Lewma tifaqa me lazim e. Çavên hemû Kurdan niha li tifaqa Kurdan e.
Divê kesek nebêje ez mezin im, min kar û xizmet kiriye û ewên din nînin. Divê wisa nebe.
“Divê em wekî Ewropiyan bikirin”
Divê em niha li ser bingeheke esasî yê demokratîk wekî Ewropiyan bifkirin û tifaqê bikin.
Divê em li ser vê esasê herin Şamê daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin.
Rojavayê Kurdistanê îro perçeyek ji Kurdistana mezin e. Efrîn, Kobanî, Serê Kaniyê, Dirbesiyê, Amûdê, Qamiloş û ji Tirbespiyê heta bigihê Dêrikê ev der hemû axa Kurdistanê ne.
“Nifşê bê dê lanetê li me bîne”
Derfeteke dîrokî ji me re hatiye, divê em wê bi kar bînin. Eger em vê derfetê bi kar neynin nifşê bê dê lanetê li me bîne.
Ew kesên biryar di destê wan de ye divê li ser vê esasê biryarê bidin.
“Divê çîrokên berê neyên gotin”
Divê hemû kes bêne Qamişloyê û di navê wê de cihê xwe bibîne. Divê neyên gotin ku vî xizmet û kar nekirine û li otêlan maye. Divê ev çîrok neyên gotin.
Divê em van nakokî û xîlafatan bidin aliyekê û tifaqeke neteweyî çêbibe û em herin Şamê daxwaza mafên xwe yên Kurdî, neteweyî û Kurdistanî bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse