Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê encamnameya civîna ku duh li bajarê Eqebê yê Urdinê peyamek belav kir û got, “Sûriyeyê aramî bi beşdarkirina tevahî dest pê dike.”
Li bajarê Eqebê yê Urdinê duh têkildarî rewşa Sûriyeyê civîn hat lidarxistin.
Wezîrên karên derve yên dewletên wekî Urdin, Siûdî, Îraq, Libnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, Amerîka û Tirkiyeyê tevlî civînê bûn.
Fermandarê Giştî HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê encamnameya civînê peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew encamnameya lutkeya Eqebê erênî dibînin.
Ebdî her wiha tekez kir ku li Sûriyeyê aramî bi beşdarkirina tevahî aliyan dest pê dike.
“Em encamnameyê erênî dibînin”
Peyama Fermandarê Giştî HSDyê Mezlûm Ebdî wiha ye:
“Em encamnameya lutkeya Eqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a derbarê Sûriyeyê erênî dibînin.
Di heman demê de em piştgiriya hewldana Ereban a ji bo avakirina aramiya li Sûriyeyê, dikin.
Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin.
“Divê çalakiyên leşkerî li seranserî Sûriyeyê werin rawestandin”
Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî axa Sûriyeyê werin rawestandin.
Li Sûriyeyê aramî bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya axa wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”
Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de encamnameyek hat eşkerekirin.
Di encamnameyê de gotin ku ku divê proseya siyasî ya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) be.
Hate diyarkirin ku divê dimildest tevahî çalakiyên leşkerî werin rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse