Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du koman de pevçûna çekdarî çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li qehwexaneya li ser Kolana Mesut Yilmazê ya li Taxa Talaytepeyê ji ber sedemeke hîn jî nediyar di navbera du koman de niqaş çêbû.
Nîqaşa di navbera wan koman de paşê veguherî pevçûna çekdarî.
Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn û rewşa biranderekî dijwar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil, birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse