Dêya xwe fetisand, cêwiyê xwe bi demançeyê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê kesekî dêya xwe bi kîsik fetisand û birayê xwe yê cêwî jî bi demançeyê kuşt.

Bûyerê li navenda bajêr li taxa Kilavuzê rû da.

Piştî ku deng ji Ş.K. (67) û H.K. (46) derneket cîranên wan agahî da tîmên agirvemirandinê û polîsan.

Dema tîmên agirvemirandinê ketin hundir ew rastî termên dê û kur hatin.

Di lêkolînan de derket holê ku Ş.K. li pêjgeha malê bi kîsikê naylonî hatiye fetisandin û H.K. jî bi demançeyê hatiye kuştin.

Polîsan piştî lêkolînan, bi tohmeta ku birayê xwe yê cêwî û dêya xwe kuştine H.K. desteser kir.

H.K. di îfadeya xwe de got ku wî dêya xwe û birayê xwe ji ber deynan kuştine.

Termên Ş.K. û H.K. ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê.Î