Gelek geştên Balafirgeha Hewlêrê hatin betalkirin

15-12-2023
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Hewlêrê Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji danê sibehê ve nêzîkî 15 geştên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û geşteke li Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê hatine betalkirin.

Ji danê sibehê heta demjimêr 21:00ê nêzîkî 15 geştên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji ber mijê hatin betalkirin. Piraniya wan geştên di navbera Hewlêr û Stenbolê de bûn.

Çavkaniyekî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand:

“Hemû geştên ku hatine betalkirin ji ber rewşa hewa û mijê bûne û ti sedemeke din nîne.”

Herwiha çavkaniyekî ji Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand:

“Di nava 24 saetên borî de ji ber mijê geşteke ber bi Tehranê ve hat betalkirin. Geştên din hatin kirin.”

Li gorî malpera Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, di 24 saetên borî de ev geştên esmanî hatine betalkirin:

Uman - Hewlêr

Dohe - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Dubaî - Hewlêr

Bexda - Hewlêr

Lazqiye - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Heleb - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Stenbol - Hewlêr

Li Herêma Kurdistanê du balafirgehên navdewletî hene ku ew jî yên Hewlêr û Silêmaniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst