Alî Yerlîkaya: Parêzvanê Murat Karayilan canê xwe ji dest daye

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê 4ê vê mehê li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê operasyonek kiribû.

Hatibû ragihandin ku gerîlayê PKKyê Herekol Hezex (Yunus Aras) di vê operasyonê de canê xwe ji dest daye.

HPGyê jî 13ê vê mehê ragihandibû ku 2yê mehê 2 gerîlayan li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema pevçûna bi leşkeran re bombe bi xwe de teqandiye û xwe kuştiye.

HPGyê dabû zanîn ku yek ji wan gerîlayan Herekol Hezex e û ew ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ye.

Parêzvanê Murat Karayilan bûye

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê Xê îdia kir ku “Herekol Hezex” parêzvanê Murat Karayilan bûye.

Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya, Herekol Hezex sala 2019an parêzvaniya Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Murat Karayilan kiriye.

Li aliyê din, PKKyê heta niha li ser vê îdiaya Yerlîkaya ti daxuyanî nedaye.