Nêçîrvan Barzanî Cejna Êziyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Cejna Rojiya Êziyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejna hemû Kurdên Êzidî pîroz kir û got:

“Cejna Rojiya Êziyê ya rêzdarên mîr û civaka rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan Îraq û hemû cihanê bi germî pîroz dikim.

Hêvîdar im cejna we aram û bêhnvedana xwe xweş derbas bibe.

Bi vê boneyê, em careke din xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em wekî hergav dê piştevan û parêzvanên mafên wan bin.

Em dê bi her awayî bixebitin da ku deverên wan bên avakirin û Kurdistan her welatê bihevrejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyan be.

Cejna we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.”

Cejna Êziyê

Kurdên Êzidî piştî sê roj Rojiya Êziyê, Cejna Êziyê piroz dikin.

Cejna Êziyê li gorî salnameya koçî, yekem roja înê ya meha kanûna pêşînê dest pê dike û her sal sê rojan bi pêş dikeve.

Cejna Êziyê îsal dê di navbera 12 û 15ê Kanûna Pêşînê de were pîrozkirin.

Kurdên Êzidî serê sibeha cejnê berê xwe didin goristanan û seriyan didin hev.

Di vê cejna de yên ku dilê wan ji hev maye li hev tên û dilman namîne.