Kampa Holê: Asayîşê çend kes desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê yê bajarê Hesekê, Asayîşa Rêveberiya Xweser, çend kes desteser kirin ku dixwestin tevlîheviyê çêbikin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku di operasyonekê de, li beşên 6 û 8an a taybet bi koçberên ji Sûriyeyê yên li Kampa Holê wan çend kes desteser kirine.

Di nav kesên hatine desteserkirin de jin jî hene, herwiha wan dest daniye ser çend çek, bombe û kemerên bombekirî ku dixwestin bi rêya wan tevlîheviyê çêbikin.

Li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê nêzîkî 55 hezar koçber û kesûkarên çekdarên DAIŞê hene ku piraniya wan jin û zarok in.