Li Amedê gule li otomobîlekê reşandin: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek dema di trafîkê de rawestiyabû gule lê hatin reşandin û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Îro Pêncşemê 15ê Kanûna 2022an li ser rêya Amedê û Xapêtê li ser sêrêya Herêma Pîşesaziyê otomobîlek dema di trafîkê de rawestiyabû gule lê hatin reşandin û di encamê de kesên bi navê Ahmet D. û Mehmet Ali E. yê 36 salî bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hatin veguhestin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin rewşa birîndaran nebaş e û kesên êrîşkar jî heta niha nehatine desteserkirin.