Li Rihayê du hevjîn ji ber sobeyê canê xwe jidest dan

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kal û pîrek ji ber sobeya komirê bi jehrî ketin û canê xwe jidest dan.

Li gundê Sam ê Hewagê, doh 14ê Kanûna 2022an Mevlut Karlidag ê 70 salî û hevjîna wî Xanim Karlidag a 66 salî piştî sobeya xwe ya komir; pêdixin û radizên bi jehrî dikevin.

Piştî kesûkarên wan li wan digerin û telefona wan bersiv nade, diçin malê û dibînin ku her duyan canê xwe jidest dane.

Termê Mevlut û hevjîna wî Xanim bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê hatin veguhestin û piştî temambûna lêkolîna otopsiyê bo kesûkarên wan hatin radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst