PAKê bi boneya 108emîn salvegera bidarvekirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, duh 14ê Kanûna 2022yan semînerek li dar xist.
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê rêberê gelê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî bibîranî.
PAKê bi boneya 108emîn salvegera bidarvekirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, duh 14ê Kanûna 2022yan semînerek li dar xist. Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj bû. Moderatorê semînerê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bû.
Di destpêka civînê de ji bo Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Paşê li ser navê PAKê, berdevkê wê partiyê Hanîfî Turan girîngî û rola rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî ya neteweyî, civakî, olî, eşîrî û însanî de kurteaxaftinek kir.
Piştî axaftina Turan, lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj di derbarê jiyan, xebat, bîr û bawerîyên rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdariyên berfireh da.
Piştî semînera Seîd Veroj, beşdarên semînerê pirsên xwe kirin û rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu, Osman Karavîl û Omer Ozmen jî di derbarê jiyan û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî de bîr û rayên xwe anî ziman.
Li gel rêvebir û endam û alîgirên PAKê, nûnerên PSKyê û TDK-TEVGERê û çend siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn.
Şêx Ebdulselam Barzanî
Duh 14ê Kanûna 2022yan, 108mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Dewleta Osmanî bû.
Roja 14ê Kanûna 1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin.
Şêx Ebdulselam Barzanî piştî 7 salan ji domandina şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd hat îdamkirin.
Rojnamevan û dîroknivîsê Fransî yê navdar Chris Kochera dibêje: "Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê yekemîn manîfestoya tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurd e."
Şêx Ebdulselam, sala 1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên ji bo gelê Kurd li hev civandin û daxwaz ji sultanê dewleta Osmanî re şandin, lê dewleta Osmanî ev yek wek hewldan ji bo cudabûnê şirove kir û êrîşî devera Barzan kir.
Şêx Ebdulselam Barzanî, çendîn reformên sereke pêk anîne, weke parastina daristanan, qedexekirina nêçîra balinde û candaran, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê zaroktiyê de, qedexekirina lihevanîna xwîndariyê bi jinan, qedexekirina wergirtina pereyan li hember zewicandina jinan, dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên ola Mesîhî û Cihûyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse