Demirtaş li ser biryara derbarê Îmamoglu de: Xemgîn im lê diviyabû we gayê zer neda

15-12-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, girêdayî biryara Dadgeha Bilind a derbarê Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu de got: “Xemgînim lê diviyabû we gayê zer nedana.”

Rûniştina doza Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku bi hinceta “Bêrêzîkirina bi endamên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê” tê tohmetbarkirin, roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022an li 7emîn Dadgeha Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê birêve çû. Dadgehê biryara 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê da.

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş roja Pêncşemê 15ê Kanûna 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê biryara dadgehê de peyamek belav kir.

Demirtaş di peyama xwe de dibêje, “Cezayê bo min hatibû dayîn li dadgeha bilind bi fermana eşkere ya Koşkê di 41 rojan de û cezayê Serokê Şaredariya Amedê Selçûk Mizrakli jî di 35 rojan de hatibû erêkirin. Xemgînim lê diviyabû we gayê zer nedana. Dîsan jî ne dereng e. Niha ew deme ku em bihevre berxwe bidin û bihevre ser bikevin.

Ev di demekê de ye berê û di dema danîna qeyûman de bo ser şaredariyên HDPê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, berpirsên HDPê bo partiyên opozisyonê ragihandin ku eger niha bêdeng bin, wê rojek bê dora we jî tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst