Keça Kurd a 16 salî Sonya Şerîfî bi kefalet ji girtîgehê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku keça Kurd a 16 salî Sonya Şerîfî bi kefalet hate azadkirin, îşev vegeriya mala xwe.

Xelkê bajarê Awdananê yê ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî girseyî pêşwaziya Sonya Şerîfî kirin. Di pêşwaziyê de dirûşma Jin Jiyan Azadî gotin.

Piştî ku nûçeya sepandina cezaya darvekirinê ya Sonya Şerîfî hate belavkirin, îro Dozgerê Giştî yê parêzgeha Îlamê ragihand, “Cezaya darvekirinê bi ser wê keçê de nehatiye sepandin.”

Beriya du mehan Sonya Şerîfî ya ku keçeke xwendekar a 16 salî ye, di xwepêşandanên bajarê Awdananê de hate girtin.

Rêxistinên Mafê Mirovan dibêjin, “Sonya bi tometa nivîsîna dirûşmên li dijî desthilata Îranê û çêkirina molotof kokteylan hatiye girtin û tometa şerê li dijî Xwedê dane wê.”

Îşev Sonya Şerîfî bi kefalet hate azadkirin.