Efrîn: Çekdarên grûpeke ser bi Tirkiyê ve bi tundî îşkence li rojnamevanekî kirin

15-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojnamevan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên grûpa Firqeya Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê rojnamevanek revandine û îşkence lê kirine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn - Sûriye Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, çekdarên grûpa bi navê Firqeya Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve rojnamevanek li bajarê Efrînê revandine û îşkence li wî kirine.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku navê wî rojnamevanî Faris Salih e û li radyoyekê kar dike, di rûmalkirinekê de behsa binpêkariyên çekdarên wê grûpê kiriye ku bi taybetî jî behsa birîna daran kiriye.

Ji ber wê yekê jî çekdarên Firqeya Sultan Murad ew peyamnêr girtine û lêxistine, heta ji ser hişê xwe diçe îşkence kirine, piştre ji bo Nexweşxaneyeke Efrînê hate rakirin, rewşa wî ya tendirustî xirab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst