Nêçîrvan Barzanî ‘Cejna Rojî’ li Kurdên Êzidî pîroz kir

15-12-2022
RÛDAW
Nîşan Cejna Rojî Nêçîrvan Barzanî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo pîrozkirina Cejna Rojiyê li Kurdên Êzidî peyamek belav kir û ragihand, “Cejneke din jî hat ku mixabin heta niha hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî koçber in û jiyaneke dijwar dijîn.” Her wiha diyar kir ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo eşkerekirina çarenivîsa Êzidiyên ku hatine revandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 15ê Berfanbara 2022an ji bo pîrozkirina Cejna Rojiyê li Kurdên Êzidî peyamek belav kir û cejna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Babaşêx û “hemû xwişk û birayên Êzidî” pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejan Rojiyê hevxemiya xwe nîşan da ku heta niha “hejmareke zêde” ya Kurdên Êzidî koçber in û beşek ji wan di kampan de dijîn û venegeriyane malên xwe.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, ew hêvî dike ku Kurdên Êzidî di rewşeke aram de cejna xwe derbas bikin û hêvî dike ku di cejnên bê de jî di rewşeke baştir de bin.

Nêçîrvan Barzanî li ser penaberên Kurdên Êzidî yên di kampan de Cejna Rojiyê pîroz dikin anî ziman, “Dilê me bi wan re ye û em ji nêzîk ve rewş û jiyana wan dişopînin. Ez pîrozbahiyên xwe yên taybet pêşkêşî wan hemûyan dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de li ser Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin destnîşan kir ku “xwişk û birayên Êzidî” piştrast dike ku dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina wan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst