Amed - Ambulans û barhilgirê li hev dan: Nexweş mir û karmendên tendirustiyê birîndar bûn

15-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir û ambulans li hev dan, zaroka nexweş a di ambulansê de canê xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Roja Çarşembê 14ê Gulana 2022an li çarêya Amed-Çewlîg-Êlihê ambulansa ku nexweşa bi navê Cennet C. ya 6 salî dibir Amedê û barhilgira ku Murat M. diajot li hev qelibîn. Ambulans wergeriya, barhilgir jî li lewheya rê xist û paşê sekinî.

Di qezayê de Cennet C û xizmê wê Bilal C û karmendên tenduristiyê Mekiye A, Mehmet B, Mervan O û Yunus A birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin veguhestin.

Ji birîndaran Cennet Cya 6 salî tevî hewldanên tendirustî bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Ji ber qezayê di rê de hatin û çûyîn bo heyameke bi kontrol hat kirin.

Ji aliyê din ve ve dema qezayê di kameraya ewlehiyê ya kargehekî de xuya dike.

Di dîmenan de tê dîtin ku barhilgira ku ji aliyê Çewlîgê diçe û ambulansa ji aliyê Êlihê ve diçe li hev diqelibin, ambulans teqle diavêje paşê werdigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst