Endamê Komîsyona Hiqûqê ya CHPê: Şaredariya Xelfetiyê xaniyên xelkê xira kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina CHPê ya Rihayê Ronayî Paydaş ragihandr ku li gundê Goganê Jor ser bi navçeya Xelfetî şaredariyê zeviyên ku xelk di nav de dijîn firotine û hejmarek darên zeytûnan ji kokê ve rakirine.

Derbarê mijarê de Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina CHPê ya Rihayê Ronayî Paydaş ji Rûdawê got: "Em dê van kiryarên Şaredariya Xelfetiyê bişopînin."

Paydaş dibêje: “Hejmarek xelkê gund karker in û şaredariyê vê zivistanê xaniyên wan xirab kirine. Hinek ji wan jî dibêjin eger xaniyên wan bên xirabkirin cihekî ku biçinê nîne û divê çareseriyek ji bo wan bê dîtin. Li nav zeviyê hejmarek darên zeytûnan ji kokê ve hatine rakirin. Em dê van kiryaran bişopînin û di warê hiqûqî de tişta pêwîst be bikin.”

Herwiha Paydaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên gund parvekirine û nerazîbûna xelkê pêşan daye.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Şaredariya Xelfetiyê ji hilbijartinên sala 2019an û heta niha di destê AKPê de ye û gelek caran bi mijarên cûda dikeve rojevê ku di aliyê xizmetkirina gel de tê rexnekirin.