PAKê li Amedê Şêx Ebdulselam Barzanî bibîranî
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta 107emîn salvegera darvekirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, semînereke bibîranînê saz kir
Şaxê Amedê ya PAKê 14ê Kanûna 2021an bi minasebeta 107emîn salvegera darvekirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî semînerek li dar xist. Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Tahsîn Sever bû.
Di destpêka civînê de ji bo Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Paşê li ser navê PAKê, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran girîngî û rola rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî ya neteweyî, civakî, olî, eşîrî û însanî de kurte axaftinek kir.
Hanîfî Turan got: “Em îro weke PAKê bi minasebeta bibîranîna rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin. Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû. Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû. Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê daniye. Şêx Ebdulselam Barzanî , rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatiya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.”
Turan di daxuyaniya xwe dide zanîn: “Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê de, Dewleta Osmanî di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzaniyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê netewî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanî darve kir. Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestiya.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Berdevkê PAKê got jî: “Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê li ba dibe.
Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.”
Piştî axaftina Hanîfî Turan, lêkolîner û nivîskarê Kurd Tahsîn Sever di derbarê jiyan, xebat, bîr û baweriyên rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî de zanyariyên berfireh da.
Piştî axaftina Tahsin Sever, ji nav beşdarên semînerê nivîskar û mafnasê kurd Îbrahîm Guçlu û Mamoste Xalid jî di heqê kesayet û welatperweriya Şêx Ebdulselam Barzanî de bîr û rayên xwe anîn ziman.
Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û endam û alîgirên PAKê beşdarî semînerê bûn.
Şêx Ebdulselam Barzanî 107 sal berê, di roja 14ê Kanûna 1914an de li Mûsilê ji aliyê dewleta Osmanî ve hate darvekirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darvekirin, Suleyman Nazîf ê Amedî Parêzgarê Mûsilê bû.