Li Erdexanê Çemê Kurayê qeşa girt

15-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber serma û seqemê Çemê Kurayê qeşa girt û hewaya sar bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

Li parêzgeha Erdexanê ev çend roj in pileya germê bilez daketiye û serma û barîna berfê berdewam e. Li gor agahiyên Saziya Keşûhewayê dê barîna befrê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam be û pileya germê di bin sifirê de heta 20î jî bê ditîn.

Saziya Keş û Hewayê 14ê Kanûna 2021ê ragihand ku di 10 rojên bê de dê pileya germê li hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dakeve û hişyarî da ku xelk tedbîrên xwe werbigrin.

Ew çend roj in li parêzgehên Erzerom, Erdexan, Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê pileyên germê gelek daketine û ji ber serma û seqemê, golên bendavan, çem, kanî û sûlavan qeşa digirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst