Ev du roj in Ofîsên ENKS û Partiya El Wehde li Hesekê tên şewitandin

15-12-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Heta niha ti kes derbarê bûyerê de nehatine girtin û desteserkirin
Heta niha ti kes derbarê bûyerê de nehatine girtin û desteserkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS Şewat
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Îro ofîsa ENKS li Amûdê û ofîsa Partiya El Wehde ya Kurdistanî li Hesekê hatine şewitandin, ENKS dibêje armanca wan êrîşan xerabkirina danûstandinane û Mazlûm Ebdî jî ew êrîş şermezar kirin.

Ev 2 roj in li Rojavayê Kurdistanê tiştên nexweş û têkder çêdibin, êrîş diçine ser ofîsên ENKS û partiyên di nava ENKS de. Ala Kurdistanê têne şewitandin û siyasetmedar têne tehdîdkirin. Ew êrîş Kurdên rojava ditirsînin, ku bibin sedema xerabkirina nêzîkbûna aliyên kurdî.

Li Hesekê ofîsa Partiya El Wehde ya Kurdistanî rastî êrîşa bi molotofan hat.

Partiya El Wehde, ku Fesla Yusuf sekretera wê ye, daxuyaniyek belav kir û got, Ciwanên Şoreşger bi molotofan êrîş birin ser ofîsa wan li Hesekê, Ala Kurdistanê şewitandin, tiştên di hundir de xerab kirin û têk birin.

Partiya El Wehde ya Kurdistanî dibêje, ew êrîş nakevin xizmeta yekrêziya kurdî.

Herwiha berbanga roja Sêşemê, ofîsa sereke ENKSê li bajarê Amûdê ji aliyê çend kesên nenas ve hat şewitandin.

Serokê Xwecihiya ENKSê li Amûdê Mihemed Omer Şêxmûs dibêje: “Bûyer nêzîkî berbanga bû. Tiştê hatine şewtandin, kelûpelên ofîsê ne, dûman û arî giheştiye jor, ti bilgeh di destê me de tune.”

Şewtandina ala kurdistanê li Amûdê piştî şewtandina heman ala li Dirbêspiyê bi dû rojan tê.

Fermandariya Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji wan karan ne razî ye. Desteya hundirîn jî ku karê wezareta navxwe dike, lêkolîn daye destpêkirin û biryar e derencamên lêkolînan bêne eşkerekirin.

Hevserokê Desteya Hûndirîn li Rêveberiya Xweser Kenan Berekat jî dibêje: “Rêveberiya jinavbirina tawanên rêxistinkirî, ofîsên girêdayî wê jî , rêveberiya asayîşê, dişopînin, karên wiha ku di qonaxa niha de tê kirin, taybet di milê siyasî de, ku gotûbêj çê dibin, ev kar li dijî wane, kesên ku ev kar kirine, armanca wan çêkirina fitnê ye di nava partiyên siyasî de.”

Beriya niha ENKSê, Ciwanên Şoreşger ku rêxistinek îdiyolijî û serbazî ye, tometbar dikir lê heya niha ti kes ji ber bûyerên bi vî awayî nehatine girtin û desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst