Bi mêvandariya Rûdawê Dîdara Hewlêr-Necef birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Dîdara Hewlêr-Necef bi mêvandariya Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê birêve diçe. Di dîdara ku peywendiyên Kurd û Şîeyan tê gotûbêjkirin de hejmareke siyasetmedar û akademisyên û keseyatên diyar beşdar bûne.

Bi mêvandariya Tora Medyayî ya Rûdawê îro li Hewlêrê Dîdara Necef-Hewlêr dest pê kir û siyasetmedar, akademisyên û kesayetên beşdar peywendiyên Kurd û Şîeyan dinirxînin.

Di dîdarê de Serokê Navenda Rewşenbîriya Iraqî Şêx Ebdurehman Şiweylî, Mamostayê li Hewzeya Zanistî ya Necefê Seyid Salih Hekîm, Emîndarê Giştî yê Zanayê Iraq Yûsif Elnasrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Piştewan Sadiq, Serokê Mamosteyên Ayînî li Kurdistanê Ebdullah Weysî, Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî hejmareke din siyasetmedar, akademisyên û kesayet beşdar in.

Di çarçoveya dîdarê de 3 panel hene:

-Li Iraqê rewşa niha û bandora xwepêşandanên li ser peywendiyên Kurd û Şîeyan

-Di pêvajoya nû avabûna Iraqê de peywendiyên Kurd û Şîeyan

-Pêşxistina peywendiyên Kurd û Şieyan

Ji Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî diyar kir ku dîdar beşek ji projeya hevbeşa Tora Medyayî ya Rûdawê û Navenda Lêkolîna a Rûdawê ye û got ku armanca wan ji dîdarî ew e ku nîqaşkirina diyaloaga di navbera aliyên li Iraqê de û di nav de peywendiyên Kurdan û Şîeyan.

Ziryan Rojhilatî got: “Peywendiyên Kurd û Şîeyan li Iraqê ji aliyê siyasî û jeosiyasî ve gelek girîng e. Peywendiyên herdu aliyan bandorê li dahatûya Iraq û Rojhilata Navîn jî dike.”

Ako Mihemed: Başbûna peywendiyên Kurd û Şîeyan zêdetir di berjewendiya Şîeyan de ye

 

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di dîdarê de gotarek pêşkes kir û diyar kir ku mafên Kurdan li Iraqê ku ji aliyê rejîma Baes ve hatibûn xespkirin, ji aliyê desthilatên Şîe yên ku piştî wê hatin jî hatin rapeçkirin. Ako Mihemed got, “Başbûna peywendiyên Kurd û  Şîeyan, tê wateya başbûna peywendiyên Kurd-Sunne û Şîe-Sunne.”

Ako Mihemed amaje bi wê kir biryara sazkirina dîdarê,  piştî nîqaş û gotûbêjên li gel bîrmendên Şîe wergirtine û got ku ew dixwazin di pêşerojê de bi awayekî rêk û pêk li Necef û Bexdayê jî, vê dîdarê saz bikin.

Mihemed tekezî li ser wê yekê kir ku peywendiyên Kurd û Şîeyan di warê siyasî û mezhebî de xwedî raboriyeke qedîm e û diyar kir ku li Dêrsim, Kirmanşan, Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û heta li Bexdayê hejmareke zêde ya Kurdên Şîe dijîn.

Di dewama gotara xwe de Ako Mihemed ragihand, “Rêberê Şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî, sala 1965an nameyek bo merciyê Şîe li Necefê Mûhsîn Hekîm şandibû û hekîm jî ragihandibû ku şerê li dijî Pêşmerge heram e. Dîsa li heyama Şoreşa Îlonê, sala 1974an, Seyîd Mihemed Baqir, aşkere kiriye ku şerê li dijî Kurdan heram e, ji ber ku Kurd misilman in. Lêbelê mixabin hinek alî hene ku dixwazin gumanê bixin ser wê fetwaya heramkirina şerê li hemberî Kurdan.”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, wê fetwayê di navbera herdu aliyan de bawerî û peywendiyên baş pêkanîne û diyar dike, “Vê fetwayê peywendiyên Kurd û Şîeyan di warê civakî de jî pêş de birin. Di heyama desthilata Sedam de, di rojên herî dijwar de, gelek serkirdeyên Şîe xwe spartine Herêma Kurdistanê û li vir li gel partiyên xwe ketine nav peywendiyan. Di dema rûxandina rejîma Baes de, beşek ji serkirdeyan ji Kurdistanê çûne Bexdayê. Ev heyameke ji ber sedemên siyasî, sarbûnek di van peywendiyan de heye. Ji ber ku di heyamên derbasbûyî de ji bo kurkirin û pêşxistina van peywendiyan di warê akademîk û çandî de planeke baş nehat amadekirin. Dîdarên bi vî rengî yên ji aliyê bîrmendên Kurd û Şîe ve bên sazkirin, di pêşdebirina peywendiyên dualî de dibe xwedî roleke girîng bin.”

Ako Mihemed dibêje, dibe ku peywendiyên siyasî yên Kurd û Şîeyan bikevin rewşên baş û xerab lê peywendiyên di navbera rewşenbîran de seqamgirtir in û ragihand, “Kurd di wê bîrê de ne ku sarbûna di peywendiyan de ji ber Şîeyan e. Ji ber ku 2003an, piştî ku rejîma Sedam Husên hat rûxadin desthilat ket destê Şîeyan. Lê mixabin ew mafên sereke ku rejîma Baes ji Kurdan standibûn, desthilata Şîe jî xwe nêzîk nekir ku vegerîne. Ev jî li Iraqê krokiya pirsa Kurd pêk tîne. Bexda bi nenaskirina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûk, Mexmûr, Şingal û Xanekînê, dest bi ser mafên gelê Kurd de datîne.”

Di dewama gotinên xwe de Ako Mihemed amaje bi wê dike ku di heyama şerê li dijî DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge ew navçeyên ku artêşa Iraqê berdabûn, kontrol kirin û rê neda ku ew navçe bikevin destê DAIŞê û got, “Bi vî awayî rê li ber wê hat girtin ku Kerkûk jî weke Mûsilê bê wêrankirin, can û malên Kurd, Şîe, Tirkmen û Xirîstiyanên li wî bajarî hat parastin. 750 awareyên şer ên Iraqî xwe spartibûn Kerkûkê û gundê Beşîrî jî bi beşdariya Pêşmerge ya rasterast hatibû rizgarkirin. Ji bo ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî xwe bigihîne Mûsilê, hêza ku rê vekir, dîsa Pêşmerge bû. Lêbelê piştî dawîbûna şerê DAIŞê, wan berê tank û çekên xwe dane Kurdan. Berî wê jî sala 2014an mûçeyên xelkê Kurdistanê û Pêşmerge ji aliyê hikûmeta federal ve hatin birîn.”

Herwiha Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê tekez dike ku Kurdan êrişî ti aliyekî Iraqî nekirine û heta di dijwartirîn rewşan de hembêza xwe bo hemûyan vekirine û got, “Di dema şerê DAIŞê de, tevî ku Kurdan ji budceyê pişka xwe wernedigirtin, hembêza xwe bo 2 milyon koçberên ji Enbar, Mûsil, Tikrît û Diyalayê vekirin.

Firset Sofî: Xwepêşandanên aştiyane mafekî destûrî ye

 

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî jî di dîdarê de gotarek pêşkeş kir û got ku xwepêşandanên aştiyane mafekî destûrî ye.

Firset Sofî diyar kir ku derbarê kuştina xwepêşanderên Iraqê de got ku ew mijareke cihê nîgeraniyê ye.

Sofî herwiha got divê zelalbûn di karên hikûmeta navêdî ya Iraqê hebe.

Parêzgarê Hewlêr wiha axivî: "Em tekez dikin ku xwepêşandanên sivîl mafekî rewa ye, destûr wî mafî tekez dike û divê hemû alî bi awayekî niştimanî û berpirsane tevbigerin daku rewş ji kontrolê dernekeve û xwîneke zêde jî nerije. Divê hemû alî alîkar bin daku rê li ber vegera grûpên terorist bê girtin ku hê jî metirsiyeke mezin in. Wek çawa me dewleta Xilafetê ji nav biriye, em dikarin bi hevre bibin astengek li ber her metirsiyekê di rojên pêş de, herwiha em rê li ber destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin, bi awayekî ku em çarenivîsa xwe bi xwe binivîsin."

Piştewan Sadiq: Iraq rûbirûyî kampanyeke têkderane bûye

 

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Piştewan Sadiq jî di heman dîdarê de amade bû wî jî gotarek pêşkeş kir.

Piştewan Sadiq di gotara xwe de diyar kir ku Iraq rûbirûyî kampanyeke têkderane bûye.

Sadiq got: “Mixabin heta niha sîstemên sîyasî yên li pey hev ên Iraqê nekarîne hikûmeteke bi rêk û pêk li ser binemaya erkên sereke ava bike.

Seyid Salih Hekîm: Iraq welatekî dabeşkirî ye

Mamostayê li Hewzeya Zanistî ya Necefê Seyid Salih Hekîm jî di dîdarê de axivî û behsa peywendiyên di navbera Kurd û Şîeyan de kir.

Seyid Salih Hekîm amaje bi wê yekê kir ku Iraq welatekî dabeşkirî ye û got: “Divê bo avakirina baweriyê kar hebe.”

Derbarê peywendiyên Kurd û Şîeyan de Seyid Salih Hekîm anî ziman ku asteng li pêşiya peywendiyên Kurd û Şîeyan tên çêkirin û got: “Rastgoyî sedema bihêzkirina peywendiyên me ye ligel Kurdan.”

 

Yûsif Elnasrî: Divê xelk bêdeng nemînin beramberî qutkirina mûçeyê Kurdistanê

Emîndarê Giştî yê Zanayê Iraqî Yûsif Elnasrî jî di dîdarî de gotarek pêşkeş kir û ragihand ku bila xelk li hemberî neheqiyên li Kurdan bedeng nemînin

Yûsif Elnasrî diyar kir ku hêvî dikin ku parêzgeha Mîsan jî weke Hewlêrê bibe parêzgeheke aram û pêşketî.

Elnasirî got: “Divê xelk bêdeng nemînin beramberî qutkirina mûçeyê Kurdistanê”

Hewiha bi gotina Şêx Yûsif Elnasirî  Şîeyan 40 hezar qurbanî di ber Kurd û Sunneyan de dane.

 

Tê nûkirin…