5 sal e çarenivîsa Ferhad Hemo nediyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 15ê meha 12ê (kanûna) sala 2014ê peymnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo û kamêramanê wî Mesûd Eqîl ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, piştî 10 mehan du 21ê Îlona 2015ê de Mesûd Eqîl hat berdan, lê heta niha çarenivîsa Ferhad Hemo nediyar e.

5 sal di ser revandina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo re derbas dibin. Bi derbasbûna van 5 salan jî heta niha ti zanyariyên nû derbarê çarenivîsa Hemo de nehatine bihîstin, ev yek jî li cem kesûkar, hevkar, dost û hevalên wî cihê xemgîniyeke mezin e, ku rojnamevan û medyakar, dibine qurbaniyên rewşa şer û  aloziyan.

Piştî nêzîkî 10 mehan ji bûyera revandina wan, di çarçoveya pevguherîna dîlan de, di navbera DAIŞ û Rêveberiya Xweser de, li bajarokê Holê, yê li rojhilatê başûrê Hesekê, ku bi rêya rûsipiyên eşîran hate kirin, 21ê Îlona 2015an, Mesûd Eqîl hate berdan.

Ferhad Hemo jidayikbûyê 10ê Îlona 1989an li parêzgeha Hesekê ya Rojava Kurdistanê ye. Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Ji destpêka girtina wî heta niha çarenivîsa Ferhad Hemo ne diyar e, û tevî hemû hewlên malbat , kesûkar û Tora Mîdyayî ya Rûdawê, ti zanyrî derbarê de nehatine bidest xistin. Hevdem malbat, kesûkar û hevkarên wî hêvî dikin ew jî bi xweşî û selametî li wan vegere û jiyana xwe di nav hezkirên xwe de berdewam bike.

Gelek rêxistinên navdewletî û saziyên medyayî û rojnamevanî, di nav de jî Rûdaw û hevkarên Ferhad hemo bêhtir ji carekê hêvî û daxwaz kirine ku Hemo bi dilekî şad, vegere nav malbat û hevalên xwe.