Du tankerên sotemeniyê li hev ketin û şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêrê û Kerkûkê bûyereke trafîkê qewimî ku du tankeran li hev dan û di encamê de sê kes jiyana xwe ji dest dan.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ji Hewlêrê ragihand ku îro danê nîvro li ser rêya Hewlêr – Kerkûkê li nêzîkî bajarokê Pirdê du tanker li hev ketin û di encama bûyerê de her du tanker bi temamî şewitîn.

 

Peyamnêrê me diyar kir ku li gor gotina şahidekî bûyerê, şofêrek û rêwiyek di nav tankerekê de hebûne û di tankera din de jî tenê şofêr hebûye û di encama bûyerê de hersêyan jî canê xwe ji dest dane, lê termê şofêrekî heta niha nehatiye dîtin.

 

Yek ji wan şahidên bûyerê ku li cihê bûyerê bûye, ji Rûdawê re ragihand: “Herdu tanker ji Hewlêrê ve ber bi rêya Kerkûkê diçûn. Tankera ku li pêşî bû, xwest bizîvire, lê tankera li pey wê nekarî kontrola xwe bike û li tankera pêşî ket. Destpêkê tankera li paş hinek agir girt û piştre agir zêdebû û herdu tanker jî şewitîn.”