4 sal di ser revandina Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê meha Berfanbarê de, 4 sal di ser revandina peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo re derbas dibin. Bi derbasbûna van 4 salan jî heta niha ti zanyariyên nû derbarê çarenivîsa Hemo nehatine bihîstin, ev yek jî li cem kesûkar, hevkar, dost û hevalên wî cihê xemgîniyeke mezin e, ku rojnamevan û medyakar, dibine qurbaniyên rewşa şer û  aloziyan.

 

Roja 15ê Berfanbara 2014an, 11:00ê sibehê, Ferhad Hemo  ligel kameramanê Rûdawê Mesûd Eqîl, di dema karê xwe de, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin revandin.

 

Hemo û Eqîl li ser rêya navdewletî ya navbera bajarê Qamişlo û bajarokê Til Koçer hatin revandin.

 

Piştî nêzîkî 10 mehan ji bûyera revandina wan, di çarçoveya pevguherîna dîlan de, di navbera DAIŞ û Rêveberiya Xweser de, li bajarokê Holê, yê li başûrê Hesekê, ku bi rêya rûsipiyên eşîran hate kirin, 21ê Îlona 2015an, Mesûd Eqîl hate berdan.

 

Ferhad Hemo jidayikbûyê 10ê Îlona 1989an, li parêzgeha Hesekê ya Rojava Kurdistanê ye. Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

 

Ji destpêka girtina wî ve heta niha çarenivîsa Ferhad Hemo ne diyar e, ev jî bûye cihê xemgînî û bêzariyê li cem malbat, kesûkar û hevkarên wî, ku hêvî dikin ew jî bi xweşî û selametî li wan vegere û jiyana xwe di nav hezkirên xwe de berdewam bike.

 

Gelek rêxistinên navdewletî û saziyên medyayî û rojnamevanî, di nav de jî Rûdaw û hevkarên Ferhad hemû bêhtir ji carekê hêvî û daxwaz kirine ku Hemo bi dilekî şad, vegere nav malbat û hevalên xwe.