Nadiya Murad serdana gundê Koço kir

Şingal (Rûdaw) - Wegira xelata aştiyê ya Nobelê, Nadiya Murad, serdana gundê xwe yê li Şingalê kir. Li nav gundê Koço Nadiya Murad bi zimanê xwe yê Kurdî axivî û daxuyakirin ku dê di 19ê vê mehê de tîmeke taybet were nav Koço, daku dest bi lêgerîna gorên bikom bike. Ew gorên ku di sala 2014an de, bi komkujiyên DAIŞê li gundê Koço çêbûn.

 

Karwana wesayîtan a Nadiya Murad roja cejna Êzî li ser rêya Sihêla berê xwe da Şingalê û gihişte gundê Koço.

 

Nadiya Murad li gundê Koço ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku 19ê vê mehê tîmeke taybet were nav gundê Koço daku dest bi lêgerîna gorên bikom bike.,

 

Herwiha Nadiya Murad serdana Kampa Serdeştê û çendîn deverên din ên Şingalê jî kir û soz da xelkê Şingalê ku ew dê bi awayekî berdewam ji Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê daxwaz bike ku Şingalê ava bikin û xelkê deverê vegerin ser mal û milkê xwe.

 

Nadiya Murad diyar dike ku eger pirsa Kurdên Êzdî pirsa kuştina çend zilaman bûya, niha hatibû çareserkirin, lê pirsa wan cenosîd e ku gelek mezin e.