HPGê li ser êrişa bo ser leşkerên Îranê daxuyanî da

15-12-2017
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Îran Tirkiye Êriş Mako
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê li ser êrişa bo ser leşkerên Îranê ragihand, hêzên Artêşa Tirkiyê li navçeya Boralan a Makoyê teqe li hêzên Pasevaniya Sînorî ya Îranê kirine, ne gerîlayên wan.

 

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê sebazî yê PKKê ye, di debrarê teqekirin li hêzên Îranê li navçeya Boralan a bajarê Makoyê de daxuyaniyek belav kir, ku di encamê de efserekî îranî hatibû kuştin û 3 serbazên wî welatî jî birîndar bibûn.

 

HPGê red dike, ku gerîlayên wan teqe li hêzên Pasewaniya Sînor ya Îranê kiribin.

 

HPG dibêje, demjimêr 03:30ê roja 5ê Berfanbarê li nêzîkê bingeha serbazî ya Tujîk li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, gerîalyên wan êrîşî tîmeke taybet a Artêşa Tirkiyê kirine û bi wê sedemê 7 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya HPGê, nîv saet piştî wê êrîşê di dema ku hewa mij û tarî bû, hêzên Tirkiyê li wê navçeya sînorî teqe li tîmeke Pasevaniya Sînorî ya Îranê kirine.

 

Baskê leşkerî yê PKKê tekez dike, medya û berpirsên Tirkiyê ji bo veşartina şaşîtiya xwe PKKê bi êrîşkirina ser serbazên Îranê tohmetbar kirine.

 

Piştî êrîşê jî Qaymeqamê Makoyê ragihand, ji hêla Tirkiyê ve teqe li hêzên Pasevaniya Sînor û tîmeke endazyarî ya Îranê hatiye kirin.

 

Di encama wê bûyerê de piledarekî Pasevaniya Sînorî ya Îranê hate kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûn. Kuştî û birîndarên vû bûyerê piştre ji bo nexweşxaneyên Îdir û Qersê yên Bakûrê Kurdistanê hatibûn veguhestin û piştî çareseriyên destpêkê bo birîndaran, ew bo Îranê hatibûn vegerandin.

 

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê li ser vê daxuyaniya HPGê hêj tiştek negotine, her çend ku pêştir Tirkiyê PKK weke aliyê êrişkar daye naskirin.

 

S.S

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst