Mele Bextiyar: YNK yekrêziya kurdan têk nade - Ev xiyanet e!

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Pilebilindê YNKê Mele Bextiyar derbarê çareserkirina kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê de dibêje: “Rêya sereke ya çareseriya kirîza hêj aborî hêj li Bexdayê ye lê belê YNKê ne amade ye ku yekrêziya kurdatiyê têk bide.”Mele Bextiyar herwiha got: “Bêyî YNKê Kurdistan birêve naçe.”

 

Îro pênşemî 15ê Kanûna 2016ê Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar li gel kadro û rêxistinên Melbenda (şaxeya) 4 a partiya xwe li devera Badînanê civiya.

 

Civîn li bajarê Duhokê birêve çû û tê de Mele Bextiyar li ser çend mijarên têkildarî rewşa navxwe ya YNKê, kirîza aboriya li Herêma Kurdistanê û rewşa gelê Kurd axivî.

 

Mele Bextiyar derbarê arîşeyên navxweyî yên YNKê de ragihand: “YNK nexweş dikeve, rastî tengasî û zehmetiyên derveyî jî tê, lê belê YNK her ew partî ye, ku dimîne û berdewam dibe.”

 

Mele Bextiyar tekez jî kir: “Bêyî YNKê, Kurdistan birêve naçe û kes nikare birêve bibe.”

 

Derbarê kirîza siyasî û darayî ya Herêma Kurdistanê de, Mele Bextiyar da xuyakirin: “YNK ji bo çareserkirina pirsgirêkan di hewla berdewam de ye û rêya sereke ya çareseriya (kirîza) aborî jî hêj her li Bexdayê ye, lê belê bi ti şêweyekê YNK amade nîne ku yekrêziya kurdayetiyê têk bide û em nikarin Kurdistanê û yekîtiya netewî bixin bin pirsyarê.”

 

Wî berpirsê pilebilindê YNKê derbarê têkçûna yekrêziya navbera Kurdan de hişyarî da û got: “Herdem di dîrokê de, xiyaneta yekem ji têkdana yekrîziya millet ve dest pê dike, paşê destwerdana dagîrkeran û dijminên Kurd çêdibe.”