Heleb (Rûdaw) – Rûdaw dîmenên taxa Şear a Helebê tomar, dike ku niha di destê hikûmeta Sûrî de ye.
Xelkê Helebê, piştî agirên şer û pevçûnan, sermaya zivistanê, xemgînî, bêzarî û dilên şikestî li van kolana digerin. Tenê wêranî bersiva pirsên çavan derbarê êş û azarên giran didin. Rûdaw jî van dîmenan vediguhêze.
Xelk ji neçarî bi her aliyî ve tevgerê dikin. Xwe bi kelûpel û paqijkirinê mijûl dikin, weke hêviyekê ku hin tiştên jidestçûyî werin vegerandin.
Tevgereke bi tirs. Bêdengiyeke bi wate, ku dijwariya rewşê diyar dike. Wiha jî zehmetiya debara jiyanê ji cîhanê re eşkere dike.
Avahiyên, bêkes û xwedî ku ji xelkên xwe vala bûne, li cih mane. Hin mirov dema xwe bi karên cûrecûr derbas dikin. Beşek ji xelkê jî bi buxçik û barên hilgirtî xwe ji derketinê re amade dikin.
Maliştin û rêşkirina toz û axê ji ber deriyên avahiyên wêrankirî, nikarin bajarê 5 milyon nişteciyî ji nav kavilan rizgar bikin. Tenê ew çaverêyî derbaskirina demê ne.
Pirên wêrankirî jî çîroka tevgera hezarên mirov û otomobîlan vedibêjin, ku li vê derê jiyan hebû, lê niha bêhtir dengê kuştin, hejarî û xemgîniyê tê bihîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse