Li Qamişlo ji ber zêde barîna baranê lehî rabû

15-12-2016
RÛDAW
Li Qamişlo baranek xurt barî
Li Qamişlo baranek xurt barî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Baran Lehî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Baraneke xurt li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê barî û ji ber xurtbûna barîna baranê lehiyeke mezin li her du taxên Hilêlîkê û Colanê rabû û malên hejmarek ji welatiyan di nav avê de man.

 

Ji duh ve baraneke xurt li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dibare, ji ber barîna baranê li nava her du taxên Hilêlîkê û Colan lehî rabû. Ava baranê derbasî nava malên welatiyan bû û mal di bin ava lehiyê de man. Sedema wê lehiyê li gorî welatiyan têkçûna jêrxana avrêjnê ye.

 

Welatiyên her du taxên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî ji ber wê rewşê gilî û gazinan dikin.

 

Serokê Şaredariya Qamişlo ya ser bi Rêveberya Xweser ve wê yekê dixe stuyê hikûmeta Sûriyê û dide zanîn, ku ji bo guhertin û çêkirina jêrxana avrêjtinê pêwîstiya wan bi bûdceyeke zêde heye.

 

Welatiya bi navê Helîme gazinan ji vê rewşê dike û dibêje: "Her cara ku hinek baran bê, ev rewşa me ye, ji ber baranê mala me tê de maye. Em nikarin derkevin derve, bi Xwedê ev ne ti jiyan e."

 

Keçek ji Qamişlo li ser barîna baranê nêrîna xwe tîne ziman û dibêje: "Em bi hatina baranê gelekî kêfxweş in, lê ji ber ava baranê malên me di ava baranê de dimînin. Em û cîran ji ber ava baranê di rewşeke xerab de ne."

 

Zarok jî kêfxweş in bi barîna baranê. Otomobîl jî bi tirs tev digerin.

 

Welatiyeke din behsa rewşa xwe piştî barîna baranê li Qamişloyê dike û wiha behsa rewşa xwe dike: "Em gelekî ji ber ava baranê di rewşeke xerab de ne. Havînê jî ava vexwarinê tune ye, ne şaredarî û ne berpirsan ti kesî bersiv nedane me."

 

Serokê Şaredariya Qamişloyê jî li ser gilî û gazindên xelkê dibêje:"Derbarê avrêjnê bi rastî gelek gilî hene, jêrxana avrêjnê ji serdema rejîmê ve li Qamişlo tevî xerab e. Pirsa guhertin û çêkirina jêrxana avrêjnê li Qamişlo pêdiviya wê bi budceyeke mezin heye. Ev yek niha li cem me tune ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst