Tîma Rûdawê li Afrîkaya Başûr-Bloga çarem


Di roja me ya duyem li Afrîkaya Başûr de em ber bi gundê Mandela birêketin. Roja berê, em ji wê avahiya li bajarê Pretoria ku termê Mandela bi balafirê birin gundê Kono, çûne nav Koşka Serokomariyê. Hawîrdora koşkê polîs hebûn û nikarîbûn wê xelkê kontrol bikin ku dihatin malvayî li Mandela dikirin.

Di Koşka Serokomariyê de topek hatibû danîn ku topa Westa Receb a li Riwandizê (bajarokekî li Başûrê Kurdistanê ye) anî bîra me. Ew top di Cejna Newrozê ya sala 1916an de ji aliyê şervanên Afrîkaya Başûr ji Artêşa Almanya ku berê xwe dabû navçeyê, hatibû desteserkirin. Di fîçer û karên televizyonî yên ku dê van nêzîka li ser ekrana Rûdawê bêne weşandin, win ê hûrgilî û kitekitên zêdetir bibînin û bibihîsin.

Li vir havîn e. lewra Baba Noelê vir di demsala sermayê de û ligel befrê nayê dîtin. Wî cilên sor li ber nekirine û riha wî ya spî her heye.

Heta em gihiştine gundê Mandela me 11 seatan otombêl ajot. Ew rêya em tê de dihatin li ti welatekî Ewropa jî wiha pak û rêk û pêk nîne. Li vir bilindtirîn pileya ajotinê 120 kîlomitir e. Serê her kîlomitirekê jî otombêleke polîs çavdêriya te dike. Dema em di rê de bûn me qezayeke trfîkê dît. 2 ambulans hatin û hejmarek xelkê birîndar bilez birine nexweşxaneyê. Em jî di sefera xwe de dereng ketin.

Di rê de em li cihekî sekinîn ku navê wî “Vardn” bû ku bi zimanê holandî û afrîkayî bi wateya “behayan” tê. Me ji rûniştvanekî reng spî yê Vardn pirsî: “Xelkê vir xwediyê kîjan behayan in?”, wî bi ken got: “Kesên xwedî beha ev demeke li vir nemane!”. Wî henek dikir, ji ber di dema ku em li wir bûn de û hevkarê me Kawe Emîn bi awayekî zindî tevlî bultena Rûdawê dibû, zêdetirî 20 otombêlan di ber me re derbas bûn û rêwiyên wan silav li me dikirin. Li Afrîkaya Başûr xelk gelek birêz û dev li ken in. ji be em ne reng reş in û ne jî reng spî ne, dibe ku bizanibin em mêvanin û qedrê me digirtin.

Mêrekî reng spî ku min jê pirsî: “Ti bi eslê xwe xelkê kûderêyî?” ji min re got: “Ez xelkê virim û bav û bapîrê min jî her li vir jiyan kirine”. Piştre got: “Çend sed salan berî niha ez dibêjim malbata me ji Fransa hatine vir, lê ez bi xwe xelkê vir im”. Wî herwiha got: “Ez 3 zimanan gelek baş dizanin, ew jî ingilîzî, afîrkayî û peyvên ne di cih de. Mebesta min ji ya sêyem ewe ku ez gelek peyvên ne di cih de dizanim”.

Ew mêrê reng spî dema ku xatir ji me xwest derbarê Mandela de got: “Mêrekî mezin bû, lê em wek ku bêjin me Hezreta Îsa ji dest daye, behsê dikin. Li dinyayê mêrên mezin ên din jî hebûn wek Gandi û yê din, lê ew bi bêdengî hatin veşartin. Mandela gelekî hatibû mezinkirin!”. Me jê xwest van axaftinan li ber kamîrayê bêje. Lê wî got: “Na eger ew axaftin bê bihîstin wê serêşiyê ji min re çêbikin”.