Li Meletiyê bi hêza 4,9 pileyan erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,9 pileyan erd hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.
AFADê diyar kir ku navenda erdheja bi hêza 4,9 pileyan navçeya Wêranşarê ye û saet 10:46an rû daye.
Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre ne.
Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz jî li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
“Heta niha ti xeberên ne xweş negihîştine ber destê me.”
Erdhej li Mereş, Semsûr û Dîlokê jî hat hîskirin.