Sala pêşiya me dê nifûsa Herêma Kurdistanê bibe 7 milyon

15-11-2024
Nîşan Herêma Kurdistanê Nifûs Jin Mêr Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê texmînkirin ku nifûsa Herêma Kurdistanê sala 2025an bibe 7 milyon kes.

Sala 2020î nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 171 hezar û 85 kes bû.

Tê hêvîkirin ku heta 2040î nifûs bigihe 8 milyon û 929 hezar kesan.

Li gorî texmînan dê herî zêde nifûsa Dihokê zêde bibe û dê li Dihokê rêjeya zêdebûna nifûsê ji sedî 27,3yan derkeve ji sedî 29,1ê.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Herêma Kurdistanê, îsal nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 822 hezar û 770 bû û tê hêvîkirin ku nifûs sala 2025an bibe 7 milyon.

Rêjeya zarokan zêdetir e

Li Herêma Kurdistanê rêjeya nifûsê ya kesên ji 15 salî biçûktir ji sedî 37 e, rêjeya 15-30 saliyan ji sedî 29 e, rêjeya 30-44 saliyan ji sedî 19 e, rêjeya 45-59 saliyan ji sedî 9 e û rêjeya kesên ji 60 salî mezintir ji sedî 5,7 e.

Temenê jinan dirêjtir e

Sala 2021ê temenê nîvekî yê mêran 73,7 û yê jinan 76,6 bû.

Sala 2040î di temenê nîvekî yê mêran bibe 77,5 û yê jinan dê bibe 80,6.

Di rêjeya zayînê de Dihok li pêş e

Li Herêma Kurdistanê sala 2020î rêjeya zayînê 3,04 bû.

Dihok bi rêjeya 3,63yan di rêza yekem de bû û li Helebce û Silêmaniyê jî rêjeya zayînê 2,74 bû.

Tê pêşbînîkirin ku salên 2025 û 2040î rêjeya zayînê jî zede bibe.

Herêma Kurdistanê li pêş e

Li gorî amarên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li Îraqê rêjeya zayînê 3,7, li Îranê 2,2 û li Tirkiyeyê 2,1 e.

Başûrê Kurdistanê bi rêjeya 3,63yan li pêşiyan wan welatan e.

Mêr zêdetir in

Li gorî amarên Saziya Amaran a Herêma Kurdistanê, sala 2020î ji sedî 50,2yê nifûsa Başûrê Kurdistanê mêr û ji sedî 49,8ê nifûsê jin bûn.

Li Hewlêrê rêjeya mêran ji sedî 50,48 û ya jinan 49,52 ye, li Silêmaniyê jî ji sedî 50,1ê nifûsê jin bûn.

Li Dihokê ji sedî 50,11ê nifûsê mêr û ji sedî 49,89ê nifûsê jî jin bûn.

Li Helebceyê jî rêjeya mêran ji sedî 50,02 û ya jinan jî ji sedî 49,98 bû.

Dê ciwan zêde bibin

Li gorî van amaran, tê pêşnbînîkirin ku li Herêma Kurdistanê rêjeya ciwanan zêde bibe.

Tê pêşbînîkirin ku heta 2040î nifûsa ji 15 salan biçûktir zêdetir bibe û ev rêje herî zêde li Dihokê zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir