Xarpêt: Gule berda dergistiya xwe ya nûçegihan û xwe kuşt

15-11-2024
Nîşan Xarpêt Nûçegihan Jin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî dergistiya xwe ya nûçegihan bi çekê birîndar kir û xwe kuşt.

Bûyerê îro li taxa Abdullahpaşayê ya li navenda bajarê Xarpetê rû da.

Li gorî agahiyan, Vahap Selîm Çetîn li mala dayîka wê gule berda pişta sitûyê dergistiya xwe Semra Demîrelliya ku nûçegihana Kanal Firatê bû.

Timên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Semra rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Hat zanîn ku birîna we xedar e û metirsî li ser jiyana wê heye.

Dergistiyê wê Vahap Selîm Çetîn piştî bûyerê reviya û li ser rêya sereke ya Xarpetê û Çewlîgê gule berda xwe.

Timên tenduristiyê ew jî bir nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitî.

Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.  

Kanal Firatê daxuyaniyek belav kir û ji xelkê Xarpêtê xwest ku ji Semraya 25 salî re diayan bikin.

Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDKF), 10 mehên ewil ên îsal 357 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 61 jinan jî bi guman e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst