Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3,9an çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku erdhejê saet 19:56an rû daye.
Li gorî agahiyên ku AFADê dane, kûrahiya erdhejê 7,08 kîlometre bûye.
Divê were gotin ku îro saet 10:46an dîsa li Wêranşarê erdhejeke bi hêza 4,9an rû dabû.
Bajarên derdorê jî bi wê erdhejê hesiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse