Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 4 barhilgir li hev qelibîn û şofêrê barhilgirekê birîndar bû.
Qeza doh li ser rêya sereke ya Cizîr û Silopiyayê çêbû.
Li gorî zanyariyan barhilgira ku barê wê sotemenî bû û welatiyê bi navê Î.S. diajot li barhilgireke din qelibî, piştre 2 barhilgirên din jî li wan her du barhilgiran qelibîn.
Di qezayê de şofêrê barhilgira yekem Î.S. birîndar bû û di barhilgira xwe de asê ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîman şofêr ji barhilgirê derxist û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Ji ber bûyera trafîkê rê demekê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Piştî rakirina her 4 barhilgiran rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse