Saziya Keşnasiyê hişyariya berf û baranê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku dê 10 rojan li ser hev baran û li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî berf bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji îro û pê ve heta 10 rojan dê pileya germahiyê dadikeve û baran bibare.

Hat ragihandin ku li parêzgehên Erzirom, Qers, Erdexan, Wan, Erzingan, Dêrsim û Colemêrgê jî egera barîna berfê heye û divê tedbîrên pêwîst werin standin.

Saziyê hişyarê ji bo herêmên Ege û Derya Spî yên Tirkiyeyê jî daye ku dê rojên şemî û yekşemê baraneke gur bibare û egera lehiyê zêde ye.